Başûrê Kurdistanê şêniyên derbendîxanê ji bo qedexekirinê daketin qadan

Li navçeya Derbendîxanê ya girêdayî Silêmaniyê, kasibkaran ji ber dubare ragihandina qedexeya derketina derve, xwepêşandanek li dar xist. 

Kasibkaran li ber Qeymeqamtiya navçeyê kom bûn û diyar kirin ku ew ê li gorî mercên tenduristiyê karê xwe berdewam bikin.

Kasibkaran got:

“Ji me re dibêjin dikanên xwe bigirin, em nema dikarin debara xwe bikin, eger em dernekevin, divê hikûmet bi me re alîkar be”.

Kasîbkaran her wiha teqez kir ku qedexeya derketina derve pêwîst nake, ew ê li gorî mercên tenduristiyê tev bigerin.

Back to top button