“Rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, zêdetir xizmeta planên dagirkeran dike”

Aloziya Zînî Wertê ya ku bi şandina hêzeke PDK’ê rû dabû, hîn jî bê çare ye. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah diyar kir ku xala girîng, hebûna destûreke demokratîk e û bang li hêzên derveyî desthilatdariya Başûrê Kurdistanê kir ku bereya sêyem ava bikin.

Endamên Koma Aştî û Wijdanî ya Başûrê Kurdistanê jî teqez kir ku berteknedana YNK û PDK’ê, tê wateya nebûna serxwebûna wan. 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah der barê aloziya Zînî Wertê û dubendiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de got:

“Ev rewşa ku niha li li wir rû dide, zêdetir xizmeta planên dagirkeran dike.

Ji bo gelê Kurd, a girîng ew e ku li ser yekîtî û yekrêziyê bihizirin.”

Mihemed diyar kir ku aliyên Başûrê Kurdistanê nikarin siyaseteke azad bi rê ve bibin, ji ber ku ketine bin serweriya hin welatên wekî Îran û Tirkiyê.

Niha jî ji ber ku piraniya desthilatdariyê di destê PDK’ê de ye, dewleta Tirk bandora xwe li Başûr kiriye.

Mihemed Ebdullah da xuyakirin ku modela li Başûrê Kurdistanê ji tevahî modelên cîhanê cihêrengtir e.

Hemû endamên desthilatdariya Başûr bûne partiyî û pişta xwe bi hêza gel ve girê nedane, eger têkiliyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re qut bikin, dibe ku nemînin.

Mihemed her wiha da zanîn ku PDK’ê bi awayekî nêzîk dewleta Tirk e.

Ti caran nikare ji nav planên wê derkeve û ti planeke wê ji bo birêvebirina Başûrê Kurdistanê jî tune ye.

“Divê hêzên derveyî desthilatdariya Başûr, bereya sêyem ava bikin”

Li gorî Mihemed, eger desthilatdariya Başûrê Kurdistanê nikaribe rewşa gel xweş bike, divê hêzên derveyî desthilatdariyê bereya sêyem ava bikin û li hemberî wê xwedî helwest bin.”

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah teqez kir ku xala girîng a çareseriyê ew e ku destûreke demokratîk hebe, pirsgirêkên di navbera partiyan de werin çareserkirin û pêwîst e digel Iraqê guftûgo bên pêşxistin.

Endamên Koma Aştî û Wijdanî: Berteknedana YNK û PDK’ê, nebûna serxwebûna wan e

Li aliyekî din, Endamên Koma Aştî û Wijdanî ya Başûrê Kurdistanê jî piştgirî dan helwesta KCK ya ji bo çareseriya aloziya Zînî Wertê û teqez kir ku berteknedana YNK û PDK’ê, tê wateya nebûna serxwebûna wan.

Endaman her wiha bang li gel kir ku divê li hemberî hêzên li Zînî Wertê bibin mertalên zindî, ji ber ku Başûrê Kurdistanê radestî dijmin tê kirin û pêşbaziyeke mezin li ser wê heye.

Back to top button