2 ÇALAKÎ LI DIJÎ ÇETEYAN LI DAR XIST

Hêzên Rizgariya Efrînê, 2 çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker pêk anîn.

Di encamê de gelek kuştî û birîndarên hêzên dagirker hene.

Li ser mijarê Hêzên Rizgariya Efrînê ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

Şervanên me li Efrînê ji bo rizgariya gelê me ji zilma dagirkeriyê çalakiyên bibandor pêk tînin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li her derê bi dirûşemya ‘Bidawîkirina dagirkeriyê’ wê şerê xwe yê rewa û mafdar bidomîne.

Li ser vî esasî:

18’ê Kanûnê yekîneyeke me di navbera gundê Gobelê û navenda navçeya Şera de li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anî.

Di encamê de eskerek Tirk hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Heman rojê, di navbera gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa û navenda Efrînê de jî li dijî erebeyeke leşkerî ya çeteyên Firqet el-Hemzat çalakî pêk hat.

Di encamê de derbên giran li hêzên dagirker hatin xistin lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button