Çete 290 malbat ji navçeyên Mabata qewitand

Li Efrînê dagirkirî, çete ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk, li dijî sivîlan kirayrên hovane pêk tîne. Çete li navçeya Mabata 240 malbat ji navçeyê derxistin û gef li 50 malbatên navçeya Cindirêsê xwar.

Her weha çeteyan ji bo zêdekirina rêjeya malbatên xwe li navçeya Cindirêsê kampek ava kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo berjewendiyên xwe li Lîbyayê pêkbîne, çeteyên xwe yên xwedî kirine bikar tîne.

Çete jî ji bo fermana xwediyê xwe bi cih bîne, zextên dermirovê li ser şêniyên li Efrînê dike.

Çete zêdetirî 240 malbat ji gundên Remedana, Kaxrê û Rûta yên navçeya Mabata qewitandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku ji ber malbat zarokên xwe ne-şandin şêrê Lîbyayê hatin qewitandin.

Çete gefa qewitandinê li 50 malbatî yên navçeya Cindirêsê xwar

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirvona jî ragihand ku çete gefa qewitandina ji malan li 50 malbatî yên li navenda Cindirêsê xwarin.

Her weha li ser bendên kontirolê yên li navenda Efrînê çeteyên bi dehan ciwan revandin.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku malbat ditirsin ku dewleta tirk zarokên wan ji bo şer bişînin Lîbyayê.

Çete ji bo guhartina demgrafiya Efrînê kampan li gundan ava dike

Ji bo guhartina demografî û zêdekirina rêjeya malbatên çeteyan li hêrêma Efrîna dagirkirî, dagirker kirarên dermirovî pêk tîne.

Malpara Efrîn post da zanîn ku çete kampek li qada gundê Çelemê ya navçeya Cindirêsê ava kir.

Li gundê Qîbarê yê Efrînê jî çete erd li ser çeteyên xwe belav kir.

Li aliyek din çeteyên dewleta Trik kiryarên hovane yên dizî û talankirina malên Efrîniyan didomînin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çete dikanê şêniyê bi navê Hisên Mihemed ê ji gundê Îska ya navçeya Şêrewa talan kirin.

Back to top button