
Wezareta Tendiristiyê ya Hirkûmeta Şamê ragihand ku ji ber vîrûsa Corona kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî jê rihet bûn.
Wezaretê ragihand ku ew kes, nexweşiya rebo bêre re hebû û emeliya dil çêkiribû, lewma ji ber Coronayê mir.
Heman wezaretê zelal kir ku îro 4 kes ji vîrsê rihet bûn.
Li gorî Wezaretê heta niha 123 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 50 kes baş bûne û 6 kes jî mirine.
22’ê Adarê yekem rewşa bi vîrûsa Corona li Sûrî hat tomarkirin.
Kesê bi vîrûsê keti jî, ji derveyî welêt hatibû.