Li dijî siyasetên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, xelkên Silêmaniyê li qadan bûn, bi destwerdana asayîşê re gelek kes hatin binçavkirin.
Îro komek welatî û dikandarên bajarê Silêmaniyê, di saetên sibehê de li dijî girtina bazar û dikanên xwe daketin kolanan û çalakiyek li dar xist.
Şêniyan banga vekirina bazarê kirin.
Piştî saetên nîvro mamosta û karmendên bajêr jî tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşandan.
Hêzên asayîşê jî bi bombeyên gazê û cobên elektrîklî êrîş birin ser xwepêşanderan û gelek xwepêşander jî binçav kirin.
Bi heman armancê duh bi şev, li navçeya Derbendîxan, Ranye û Qeladizê welatî daketibûn kolanan û çalakî li dar xistibûn.
Duh Wezareta Karê Hindir ya Herêmê ragihand ku wê qedexeya hatin û çûyînê li seranserê parêzgehan ji 1’ê Hezîranê heya 6’ê Hezîranê dewam bike.