Banka navendî ya Sûrî tevgera veguhastina pereyên Sûrî sînordar kir

Rêjîma Sûrî di çarçoveya parastina nirxê lîreya Sûrî de di nava lêgerînên çareseriyê de ye. Benga navendî ya Sûrî derbarê veguhastina pereyên bi lîreya Sûrî biryarek derxist.

Li gorî biryara bankê nabe ku pereyên bi lîreya Sûrî yên bêtirî 5 milyonan bi rêya kesan di nava parêzgehan de werin veguhastin.

Banka navendî daxwaz kir ku pereyên Sûrî ji 5 milyonan û jor de bi rêya bank û navendên veguhastina pereyan yên ji rêjîmê destûr girtine, werin şandin.

Bi vê yekê banka navendî ya Sûrî sînorek ji pereyên ku di navbera parêzgehên Sûrî de bi rêya kesan tên veguhastin danî.

Duh jî banka Sûrî ya navendî şiyarî ji danûstandina kesên ku bi veguhastina pereyan re mijûl dibin da.

Xuya ye rêjîma Sûrî bi biryarên bi vî rengî dixwaze tevgera Sûk û pereyan kontrol bike û lîreya Sûrî bi nirx bihêle.

Back to top button