Corona..Li Iraqê di 24 saetan de 519 rewşên nû hatin tomarkirin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 519 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 20 kes jî mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarî daneyên 24 saetên dawî yên vîrûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 12 hezar û 463 testên vîrûsê hatin çêkirin, di encamê de derket ku 519 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 350 kes xelkê Bexdayê ne.

Her wiha hat gotin ku 233 nexweşên virûsê bi temamî baş bûne û 20 kesan jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên dawî hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişt 7 hezar û 387, ji wan 3 hezar û 508 kes baş bûne û 235 kes jî mirine.

Back to top button