RAYEDARÊN MSD’Ê LI QESRA ELYSEE HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Piştî biryara Serokê Emerîka ya derxistina hêzên xwe ji Sûrî, îro li Fransayê hevdîtineke girîg pêk hat.

Hevserokê MSD Riyad Derar û Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed li Qesra Elyesse hatin pêşwazîkirin..

Di hevdîtinê de hat xwestin ku qada azmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li tevgera balafirên şer were qedexekirin.

Li ser vexwendina Qesra serok-komariyê ya Fransayê, Hevserokê MSD Riyad Derar û Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed çûn serdana paytex Parîsê..

Li qesrê di navbera nûnerên Bakurê Sûrî, şêwermendê serok-komarê Fransa û rayedarên wezareta karê derve hevdîtin pêk hat.

Piştî hevdîtina ku bi qasî saetekê dewam kir, Riyad Derar û Îlham Ehmed civîna çapemeniyê lidar xistin..

Di civînê de hat gotin, mijara sereke a herdû aliyan, biryara serokê Emerîka Trump a derxistin eskerên xwe ji Sûrî û gefa êrişê ya dewleta Tirk bû.

Di vê çarçoveyê de, hat xwestin ku endamên koalîsyona navdewletî bi erk û berpirsriyarên xwe ên ji bo parastina herêmê rabin..

Nûnerên Bakurê Sûrî her wiha ji bo pêşî li şerekî mezin were girtin, di serî de Fransa, bang li hêzên cîhanî kirin, da ku qada azmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li tevgera balafirên şer were qedexekirin.

Beriya niha Sibata 2015’an Serokkomarê Demê Franswa Holland Hevserok PYD’ê Asya Abdullah û ji Fermandarên YPJ’ê Nesrîn Abdullah li Qesra Elysse pêşwazî kiribû..

Dewleta Fransa a yek ji endamên Koalîsyona Navdewletî ye, piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Minbicê, hebûna hêzên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin..

Leave a Reply

Back to top button