Pentagon 1600 leşker şandin Waşingtona paytext

Wezareta Parastinê ya Amerîkî (Pentagon) duh êvarî ragihand ku wan hezar û 600 leşker şandin Waşingtona paytext, da destekê bidin desthilatên sivîl.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, hêzên wan di amadebaşiyê de ne, lê ew ê beşdarî operasyonên desthilatên sivîl nebin.

Ev gav piştî gotina Trump a duh hat, ku “paytext îro cihê herî ewle li cîhanê ye”..

Di heman çarçoveyê de, fermandariya polîsa Waşngtonê ragihand ku wan zêdetirî 300 kes ji ber binpêkirina qedexekirina derketina derve û diziyê binçav kirine.

Ji aliyê xwe ve jî, hakimê wîlayeta Virginia, daxwaza Pentagonê ya şandina 5 hezar pasdarên niştimanî yên li wîlayetê ji bo biçin paytextê, red kir.

Back to top button
Close
Close