TJK-E: Civaka navdewletî jî ji van kirinan berpirsyar e

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E’ê jî, bi daxuyaniyeke nivîskî, binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, der heqê jinên li Efrînê şermezar kir.

TJK-E’ê diyar kir ku ji ber bêdengiya civaka navdewletî, ew jî dibe berpirsyarê van kirinan û anî ziman “Dewleta Tirk hiqûq û pîvanên navneteweyî hemûyan binpê dike. Rûyê qirêj ê vî şerî roj bi roj bêhtir xuya dibe.”

TJK- E destnîşan kir “Dewleta Tirk û çeteyên wê , xwe li hember pergala jinê ya azadîxwaz nagirin, ev yek jî berdewama hişmendiya DAIŞ’ê ye.”

Herî dawî jî TJK-E’ê teqez kir “Wê Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd mîna her carê niha jî; bi xweparastinê bersiva pêwîst bide.”

Back to top button
Close
Close