Sozdar Avesta: Faşîzm yek e, divê enî jî yek be

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta der barê tecrîda li dijî Rêber Ocalan û giringiya Yekîtiya Neteweyî nirxandin kir. Avêsta diyar kir ku li dijî gelan û bi taybet gelê Kurdistanê û nirxên pîroz êrîşên piralî tên kirin û anî ziman: ” Ev pêvajoya heyî divê veguhere pêngaveke nû.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV der barê dewama tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan, têkoşîna jinên Kurd li herêmê û girîngiya Yekîtiya Neteweyî axivî.

Sozdar Avesta diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê her dem berdewam e û nehatiye rawestandin û wiha anî ziman: “Rêber Ocalan di bin şertê giran yê tecrîdê de jî pêngavên dîrokî ên stratejîk ji bo gelan pêş xist. Kirinên ku niha AKP-MHP di şexsê wî de de didin meşandin, li ser gelê me hîn zêdetir pêş dikeve. ”

Avêsta destnîşan kir ” Şikandina tecrîdê ne tenê erkê gelê Kurdistanê ye, erka tevahî mirovatîyê ye. Bi şikandina tecrîdê, azadiya gelan wê misoger bibe.”

Sozdar Avesta: Têkoşîna jinan têkoşîneke pîroz e

Sozdar Avesta êrîşên li dijî jinên azadîxwaz ku di van demên dawî de zêde bûye jî bi bîr xist û anî ziman: ” Têkoşîna jinan têkoşîneke pîroz e. Li hemberî liv û tevgera vê têkoşînê, bi hemû derfetên xwe, faşîzmê, xwe saz kiriye û êrîşî xebatên jinan dike.”

Avêsta got: ” Ev êrîş di şexsê jinên Kurd de li ser tevahî jinên heremê ne. Êrîşên wan hîn zêdetir yekîtiya jinan xurt dike. Divê jin jî hîn bêhtir rêxistina xwe mezin bikin. ”

Sozdar Avesta: Heger Kurd yekîtiya xwe çênekin, wê bêne tunekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta dawiyê bal kişand li ser girîngiya yekîtiya netewî jî û di der barê wê de ev nirxandin kir :

“Em dizanin xeyalê tevahiya gelê kurd, Yekîtiya Netewî ye. Kurd Yekitiya xwe çênekin, wê perçe perçe bên tunekirin. Têkoşîna me ji bo avakirina Netewa Demokratîk e. Em ê bi têkoşînê xwe xelayê dayîkan û bendewariya jinan pêk bînin.”

Back to top button