Li Efrînê çeteyên El-Hemzat jinên revandî, birin cihekî nediyar

Li Efrînê dagirkirî, Rûyê qirêj ê dewleta Tirk û çeteyên wê, roj bi roj bêhtir xuya dibe. Çeteyên El-Hemzat cara duyem, ew 11 jin ji girtîgeha xwe ya li gundê Basutê yê Şêrewa, veguhestin cihekî ne diyar. Her wiha waliyê Efrînê jî li xwe mukir nehat û agahî li ser rewşa jinên girtî, neda.

Seneryoya revandin, destavêtin û kuştina jinên li Efrînê dawî lê nayên.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên El-Hemzat 11 jinên revandinî, careke din ber bi cihekî nediyar ve birin.

Malperê da zanîn ku, li gor hin agahiyan, çeteyan ew jin ji navenda xwe ya li gundê Basutê, veguhestine navendeke xwe ya din li gundê Kîmarê yê Şêrewayê û heta niha jî çarenûsa wan nediyar e..

Çeteyên El-Hemzat dîsa vegeriyan navenda xwe

Heman malperê diyar kir ku çeteyên El-Hemzat dîsa vegeriyan navenda xwe ya li taxa Mehmûdiyê ku di 28’ê Gulanê de ji aliyê çeteyên El-Xûta ve hatibû kontrolkirin.

Waliyê Efrînê, li xwe mukir nehat û agahî li ser jinên revandî neda

Li aliyê din, Melperê diyar kir ku malbatên jinên hatine revandin, nerazîbûn nîşanî vê girtinê dan û li gel qaşo Waliyê Efrînê gilî kirin.

Li gorî malperê Walî, serdana malbatan red kiriye, û gotiye” Ti agahiya wî li ser rewşa jinan tune ye, û ew jin ne li gel wan û ne jî li gel ‘Şirta Eskeriyê ne..”

Malperê teqez kir ku revandina jinan bi erêkirina dewleta Tirk a dagirker pêk tê.

Back to top button