Tara Hisên: Bêdengiya partî û hikûmeta Başûr, cihê şermezariyê ye

Cîgira Hevserokatiya “Tevgera Azadî ” Tara Hisên, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û anî zimên “Bêdengiya partî û hikûmeta herêmê, cihê şermezariyê ye”

Tara Hisên da xuyakirin ku hêzên siyasî û desthilatdariya Başûr, bêvîn û lawaz bûne û li dijî êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk, ne xwedî helwest in.

Tara her wiha da zanîn ku sîxurî û xeta xiyanetê, piştgiriya herî mezin ji bo dagirkeran e.

Cîgira hevserokatiya “Tevgera Azadî ” Tara Hisên bal kişand li ser desthilatdariya Başûr û got: “Aliyê civakê yê ewlekarî, aborî, jiyanî û yasayî tê binpêkirin. Pêwîst e hikûmet ji nûve xwe di ber çavan re derbas bike, ji ber ku tevahî partiyên desthilatdar ji şikandina vîna gel, berpirsiyar in.”

Balafirên dewleta Tirk herî dawî li Behdînanê sivîl armanc kiribûn. Di encamê de zarokek û bavê xwe hatin kuştin.

Back to top button