Çeteyên Tirkiyê, li Cerablusê 5 sivîl bi awayekî hovane birîndar kirin

Çeteyên bi navê artêşa Niştimanî ya Sûrî yên dewleta Tirk a dagirker li gundekeî Cerablusê li dijî sivîlan êrîşek pêk anî. Di encamê de, di nav de zarok û 3 jin, 5 kes bi awayekî hovane birîndar bûn.. Li bajarê Babê yê dagirkirî jî, çete xwe bi xwe pev ketin.

Çeteyên qaşo bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî yên dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya civaka navdewletî sûd digirin û êrîşên xwe li dijî herêmê berfireh dikin.

Li gundê Tuxaza Mezin ê bajarê Cerablusê çeteyan destdirêjî li dijî du jinan kiribûn.

Nûçeghanê me ragihandin ku, duh şêniyên gund jî, li dijî vê yekê hêrsa xwe nîşan dan û derktin xwepêşandan , çeteyan jî bi guleyan êrîş bir ser şêniyan.

Piştr e, şêniyan berê xwe dan nuqteyên çeteyan û agir bi hin nuqteyên wan xistin.

Li vir jî çeteyan, di nav de zarokek û 3 jin bi giştî 5 sivîl bi awayekî hovane birîndar kir.

Birîndara bi navê Rexed El-Îsa jî bo nexweşxaneyeke bajarê Minbicê hate veguhestin…

Li gorî nûçeghanê me, her çar birîndarên din hîna jî li gund dorpêç kirî ne, û metirsiya li ser wan heye.

Piştî vê buyerê, çeteyan gelek ciwanên gund girtin û hewl dan ciwanên gundê Tuxaza Biçûk ê di bin pastastina şervanên meclisa Minbicê ya leşkerî de ne bigirin.

Lê şervanan bersiva êrîşên çeteyan dan û hewl danên wan pûç kirin…

Çete li bajarê Babê pev ketin û tevlihevî li wir serwer e

Cihê ku dewleta Tirk û çeteyên wê li wir be, wê rewş wiha be…

Li Babê jî, piştî hevsera çeteyekî hate girtin, koma ‘Ehrar El-Sefîra’ çeteyên xwe ji bo serdegirtina navenda polîsan a leşkerî şandin…

Li wir jî alozî û tevlihevî, xwe da der….

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyê bi navê Ebî Remezan jimarek çeteyan ji bo sergirtina navenda polîsan a leşkerî kom kirine.

Ji duh ve û heya vê kêliyê rewşa bajarê Babê ne aram e.

Back to top button