Parlemena Tunisê ji bo lêpirsîna Xenûşî îro dicive

Parlemena Tunisê, ji bo lêpirsîna serokê Parlemenê Raşid El-Xenûşî derbarê destwerdana li Lîbyayê, îro dicive. 

Xenûşî ku serokê tevgera Nehda ya îxwanî ye, wê li pêş blokên parlemenê rastî lêpirsînê were ku têkiliya wî bi rêxistina Îxwanan a navdewletî re heye û tevgera wî di çarçoveya grûpên çeteyan li Lîbyayê ku destekê ji Tirkiye û Qeterê werdigirin tê tawanbarkirin.

Hin parlemeteran, ji pêkhatina şertên qanûnî, banga kişandina baweriyê ji Xenûşî kir.

Bloka Destûrî El-Hur dibîne ku, li şûna lêpirsînê, pêwîst e deng werin komkirin, da Xenûşî bi awayekî demokratîk ji serokatiya Parlemenê bê rakirin.

Seroka partiya Destûrî El-Hur Ebîr Mûsî diyar kir ku daxwaza rakirina Xenûsî, tenê li Parlemenê nîne, ji ber ew bûye daxwazeke gelêrî.

Di dema kontrolkirina baregeha Wetiye ji aliyê çeteyên Wîfaqê ve, Xenûşî pîrozbahî li hikumeta Serac kiribû û bi vê yekê siyaseta Tunisê ya bê alî li hember aloziya li Lîbyayê, şikandbû.

Back to top button