Li Mixmûr û Kerkûkê 9 gund hatin rizgarkirin, 2 çete hatin kuştin

Artêşa Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî li Mexmûr û Kerkûkê li dijî DAIŞ’ê operasyoneke pêk anîn. Di encamê de 9 gund ji DAIŞ’ê hatin baqijkirin û 2 çete jî hatin kuştin.

Hêzên artêşa Iraqê bi desteka hewayî ya hêzên koalîsyona navneteweyî li nêzî gundê Elî Reş ê li binarê rêzeçiyayê Qereçoxê, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonekî hevbeş pêk anîn.

Li gorî agahiyan di operasyonê de bargehên çeteyên DAÎŞ’ê hatine hedef kirin û cebilxaneya wan hate îmhakirin.

Herêma opersyon lê hate kirin bi qasî 10 kîlmoetreyan nêzîkê wargeha şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ye.

Zêdebûna tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê ji bo şêniyên herêmê bûye cihê metirsiyeke mezin.

Li alîkî din jî hêzên artêşa Iraqê tevî hêzên koalîsyona navneteweyî li bejahiya Kerkûkê operesyonek pêk anîn.

Fermandarê Giştî ya Hêzê Taybet a Lezgîn a Iraqê Samir Husênî têkildarî mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Samir Husênî ragihand ku destpêkê balafirên şer ên hêzên koalîsyonê herêma diyarkirî bombe kir û piştre jî hêzên bejahî dest bi operasyonekê kir.

Hûsênî diyar kir ku di roja yekem a operasyonê de ji 17 gundên hatibûn dagirkirin, 9 gund hatin rizgarkirin.

Her wiha fermandar Hûsênî destnîşan kir ku wesayîteke bombekirî û 35 mayîn hatin bêbandorkirin.

Fermandarê Giştî ya Hêzê Taybet a Lezgîn a Iraqê di dawî de anî ziman ku li başûrê rojhilatê Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê ku hewl didan êrîş bikin jî hatin kuştin.

Back to top button