Li Efxanistanê mayînek teqiya, 9 kes hatin kuştin

Li başûrê Efxanistanê mayîneke teqiya û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Berdevkê waliyê Qendeharê Beşîr Ehmedî diyar kir ku îro di encama teqîna mayinekê li herêmê de 9 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûn.

Piştî agirbesta ku Talîban di cejna Remezanê de ragihandibû ev teqîna sêyemîn e pêk tê.

Talîbanê berpirsyariya wan êrişan hilnegirt ser xwe, lê got tenê êrişek di cejna Remezanê de pêk aniye û hêzên Efxanistanê hedef girtine.

Şeva berê jî bombeyek di mizgefteke li Kabûlê de teqiya.

Di encamê de melayê mizgeftê jî di nav de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Back to top button