ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 3 ENDAMÊN MALBATEKÎ KUŞTIN

Dewleta Tirk a bajarê Ezazê dagir kiriye, bi rêya çeteyên xwe zilmeke mezin li sivîlan dike..

Li bajarê Ezazê 3 endamên ji yek malbatê ji aliyê çeteyên koma binavê Tugaya El Fatîh ve hatin kuştin.

Li gorî agahiyên bidest ketine, çeteyên dewleta Tirk li gundê Behrûtê biser mala sivîlê binavê Ebû Izo de girtin.

Di serdegirtinê de çeteyan Ebû Izo, hevjîn û kurê wî kuştin…

Hat ragihandin ku komkujî ji aliyê çeteyên koma binavê Tugata El Fetîh ve pêk hatiye..

Çeteyên vê komê beiya niya dest danîbûn ser mal û milkê Ebû Izo û ji bo dengê xwe dernexe gelek caran gefa kuştinê lê xwaribûn.

Leave a Reply

Back to top button