Zeviyên Qamişlo yên li ser sînor hatin şewitandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker agir bi berda zeviyên çandiniyê yên di navbera Qamişlo û Nisêbîna bakurê Kurdistanê de. Di encamê de derdora 180 donim ceh hat şewetandin.

Rojane dewleta Tikr a dagirker û çeteyên wê bi top û hawinan herêmên ser sînor dike armanc û di encamê de agir bi zeviyan dikeve.

Herî dawî artêşa Tirk agir bi şînatiyên li ser sînorên di navbera bajarên Nisêbîn û Qamişlo de vêxistin.

Tîmên agirkujiyê yên Qamişlo û bi sedan şênî bi lez berê xwe dan cihê şewatê ji bo ku agir vemirînin.

Lê tevî hemû hewildalan jî derdora 180 donim zeviyên ji berhema ceh şewîtîn.

Heta amadekirina vê nûçeyê agir nehatibû kontirolkirin.

Back to top button