Li Iraqê 15 tûnelên DAIŞ’ê hatin teqandin

Di operasyona hêza Iraqê ya li sînorê Kerkûkê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 15 tûnelên çeteyên DAIŞ’ê hatine teqandin û 60 bombeyên çandî jî hatine pûçkirin.

Artêşa Iraqê bi alîkariya balafirên şer ên koalîsyona navdewletî li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên Daqûqê û çiyayê Hemrînê dest bi operasyoneke ya 3 rojan kirine.

Li gor agahiyên fermandariya ewlehiyê ya Iraqê ji Rojnews re ragihand ku di operasyona îro de 15 tûnelên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê hatine teqandin, 60 bombeyên çandî hatine pûçkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber teqîna bombeyekê jî 4 leşker birîndar bûne.

Back to top button