Li Silêmaniyê 48 kesên din bi Coronayê ketin

Li gor wezareta Tendirustiyê ya Başûrê Kurdistanê, li parêzgeha Silêmanî û navçeyên wê 48 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Wezareta Tendirustiyê ya Başûrê Kurdistanê derbarê daneyên girêdayî vîrûsa Coronayê de  daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li parêzgeha Silêmaniyê 48 kesên ku bi virûsê ketibûn hatin Tomarkirin.

Hate gotin ku ji wan 23 jin in, 23  zilam in û 2 jê zarokin.

Li gorî vê hejmara kesên li Başûrê Kurdistanê bi virûsê ketin bû 900, ji wan 14 kes mirine, 434 nexweş baş bûne.

Back to top button