PIŞTÎ MATTIS MCGURK JÎ ÎSTÎFA KIR

Li hemberî biryara vekişîna ji Sûrî, nerazîbûn li hemberî serokê Emerîka Donald Trump zêde dibin..

Piştî wezîrê Pentagonê Jim Mattîs, nûnerê taybet a koalîsyona li dijî DAIŞ’ê, Brett McGurk jî îstîfa kir.

Di vê navberê de Trump careke din li ser heabê xwe ê twitterê gotina ” em vedigerin malê” parve kir.

Li Emerîka gelek derdor ji ber biryara Trump a vekişandina eskeran ji Sûrî nerazî ne.
Di vê çavçoveyê de, helwesta pêşî ji aliyê wezîrê Pentagonê Jîm Mattîs ve hat nîşan dan.
Piştî wî, nûnerê serokê Emerîka li nava koalîsyona li dijî DAIŞê Brett McGurk jî îstîfa kir..

Dezgehên ragahindê li Emerîkayê dibêjin, îstîfaya McGurk li dijî biryara Trump a vekişîna ji Sûrî hatiye dayîn..
https://twitter.com/realdonaldtrump?lang=en
Di vê navberê de serokê Emerîka Trump piştî eşkerekirina biryara vekişnî ya 19’ê Kanûnê, doh li ser hesabê xwe ê twitterê tiştekê din belav kir..

Trump gotina “em vedigerin malê” parve kir û wiha got:

DAIŞ’ê heta radeyeke mezin têk çû. Tirkiye û welatên din ên lê herêmê dikarin bi hêsanî yên mayî temam bikin.

Ev gotina Trump careke din weke destûrdayîna êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk hat şîrovekirin..

Leave a Reply

Back to top button