Nûnerê Êla El-Cewale: Pêwîstiya gelê herêmê bi Rêber Ocalan heye

Nûnerê êla El-Cewale Ebdulrehman Reşîd diyar kir ku fikrên Rêber Ocalan gel ji xewa kûr şiyar kir û anî ziman “Gelên herêmê yên bindest ku banga azadiyê dikin, hîna hewcedarê fikrên Ocalan in.” Ebdulrehman Reşîd bang li rêxistinên NY û CPT kir ku bi rola xwe rabin û tecrîda li dijî Rêber Ocalan bi dawî bikin.

Ev 21 sal in tecrîdeke girankirî li dijî Rêber Ocalan tê meşandin.

Nûnerê êla El-Cewale ya herêma Cizîrê Ebdulrehman Reşîd diyar kir ku Rêber Ocalan ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji zilmê û azadiya gelê xwe û gelên herêmê têkoşiya û hîna têdikoşe.

Ebdulrehman Reşîd anî ziman “Tevî ku Rêber Ocalan ji 20 salan ve di aliyê fîzîkî de dîl hatiye girtin, lê fikirê wî yê azad rêya me hîna ronî dike.”

Nûnerê Êla El-Cewale: Fikirê Rêber Ocalan me ji xewa kûr şiyar kir

Reşîd da zanîn ku piştî fikrên Rêber Ocalan belav bûn, desthilatdarên Tirkiyê tecrîd giran kir û got:

“Fikrên Ocalan çar dîwarên zindanê derbas kirine. Lewre desthilatdarên Tirkiyê fişar lê kir û tecrîdeke girankirî lê disepînin. Armanca wan ji vê yekê ew e rê nedin ku fikrên Ocalan ên ronîdar bigihîjin gelên herêmê.”

Ebdulrehman Reşîd destnîşan kir ku ev fikrên Rêber Ocalan gelên bindest ji xewa giran şiyar kirin û ji bo tunekirina zilm û avakirina jiyaneke azad pêwîstî bi fikrên Ocalan heye.

Nûnerê Êla El-Cewale: Divê NY û CPT bi erka xwe rabin

Nûnerê êla El-Cewale ya herêma Cizîrê Ebdulrehman Reşîd destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û fikrê Rêber Ocalan di nava gelên Ereb de hîn zêdetir belav bibe. e wê têkoşîna xwe xurtir bikin û ev bang kir:

“Em bang li rêxistinên NY û CPT dikin ku bi rola xwe rabin, zextê li dewleta Tirk bikin û tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin.”

Back to top button