
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E’yê ji bo meş û çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ên li Ewrop, li Kanada, Awistralya û tevahiya cîhanê di 6’ê Hezîranê de bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
KCDK- E bi daxuyaniyekê ragihand “Dewleta Tirk ku dixwaze li ser hemû parçeyên Kurdistanê serdest be, rê û rêbazên qirkirinê, êşkence, revandina jinan, destavêtin, dizî, talan û helandinê yek bi yek bi cih tîne.”
KCDK-E got:
Li xaka ku ji aliyê dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, destavêtin li jinan tê kirin, jin tên revandin, dîl tên girtin û tên kuştin.
KCDK-E di dawî de bang li gel kir ku bi silogana ‘Bi her çalakiyê her roj Kurdistan’ rabin ser piyan û li her devera lê, bi çalakiyên cihêreng dagirkeriya dewleta Tirk û Erdogan ê dîktator, şermezar bikin,