Li welatên Amerîkaya Naverastê, ji ber bagerên Amanda û Crîstobal jimara kesên jiyana xwe ji dest da, bû 33.
Li Salvadorê ji ber du bagerên tropîkal (medarî) 27 kes mirin û 6 kes jî winda bûn.
Bagera Amandayê, Yekşemê li vê herêmê çêbû.
Li Hondurasê jî bi kêmanî 4 kes û li Guatemalayê 2 kes mirin.
Bagerên Amanda û Crîstobalê bû sedema bobelatên şeqitîna axê û qutbûna av û torên kehrebeyê.
Li gorî hikûmeta Salvadorê li tevahiya welêt 11 hezar û 179 li 210 cihên demkî hatine bicihkirin.
Li vî welatî û ji ber bagerê, 2 hezar mal jî bi temamî rûxiyan.
Saziyên meteo-rolojiyê diyar kir “li Salvadorê, dibe ku barana xurt heta În û Şemiyê bibare” û bang li gel kir ku “baldar bin”.