YNK Û PDK’ê ji bo karên xwe, parlemen bêbandor kiriye

Cîgirê serokê bloka Nifşê Nû, Kawe Ebdulqadir da xuyakirin ku YNK û PDK’ê ji bo karên xwe, parlamen bêyî ku çavdêriyek hebe, bêbandor kiriye. 

Ebdulqadir diyar kir ku divê serokwezîrê hikûmeta Başûr di civîna parlamenê de agahiyeke zelal der barê deynê hikûmeta Iraqê de ku 27 milyar dolar in, bide.

Kawe destnîşan kir ku, “Nifşê Nû, Partiya Komunîst, Komele û Yekgirtûya Îslamî, daxwaznameyek radestî serokatiya parlamenê kiriye, da mijara 27 milyaran were zelalkirin.

Cîgirê serokê bloka Nifşê Nû Kawe Ebdulqadir bang li aliyên siyasî kir ku fişarê li hikûmeta Başûr bikin û bi erka xwe ya çavdêriya hikûmet, lêpirsîna wezîr û berpirsiyaran rabin.

Back to top button