Li Lîbyayê di şerên dawî de, hejmareke çeteyên Sûrî hat kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku li eniyên Terablusa paytext, hejmareke çeteyên Sûrî hat kuştin. Li aliyekî din piştî ragihandina NY ya destpêkirina gerên nû ji bo danûstandinên Lîbî-Lîbî, herdu aliyên şer dest bi gerên xwe li nava dewletan dikin. Fayîz El-Serac li Enqerayê, Xelîfe Hefter jî li Qahîrayê ye.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku duh hêzên wan gelek êrîşên çeteyên dewleta Tirk li derdora Terablusa paytext şkandin û di şeran de hejmareke çeteyên Sûrî jî hatin kuştin.

Şandeya “NY” ji bo Lîbyayê ragihandibû ku diyalogên Lîbî-Lîbî wê jinûve bidin destpêkirin.

Herdu aliyên şer jî ev tişt bi erênî pêşwazî kir.

Xelîfe Heter gihişt paytexta Misir, Qahîrayê

Di vê çarçoveyê de, duh Fermandarê giştî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ji bo nîqaşkirina rewşa welêt, berê xwe da paytexta Misir, Qahîrayê.

Şandeke hikumeta Wîfaqê, li Moskoyê bi rayedaran re civiya

Şandeyeke hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî jî duh li Moskoyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û nûnerê Rûsî yê ji bo Rojhilata Navîn, Mikhail Bogdanov re civiya.

Lavrov daxwaz ji şandeyê kir ku ji bo rawestandina şer dereng nemînin û dest bi diyaloga siyasî bikin.

Çavuşoğlu: Wê El- Serac bi Erdogan re bicive

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlüt Çavuşoğlu jî ragihand ku, îro wê serokê hikumeta Wîfaqê el-Serac, serdana Enqerayê bike û bi Erdogan re bicive.

Çavuşoğlu idia kir, wê hêzên Hefter li dijî hikûmeta Wîfaqê bi ser nekevin û desteka Erdogan a bi Serac jî re diyar kiribû.

Back to top button