“Rewşa girtiyên nexweş û xwedî zarok di talûkeyê de ye”

Zozan Oner a ku xwişka wê Cîhan Oner li girtîgeha Jinan a Şakranê ye, diyar kir ku mayîna li mal didome û got: Divê girtiyên nexweş û yên xwedî zarok demildest bên berdan.

Hevdîtinên li girtîgehan ên ji ber mayîna li malê hatibûn qedexekirin ji 1’ê Hezîranê de li gelek girtîgehan hevdîtina girtî dîsa dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de li girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtina girtî ya ewil hat kirin.

Zozan Oner jî bi xwişka xwe Cîhan Oner re di 1’ê Hezîranê de hevdîtin kir. Zozan derbarê mijarê de nirxandin kir.

“Divê girtiyên nexweş û yên bi zarok demildest bên berdan”

Zozan da zanîn ku ne kes, mirovahî di bin dîl-girtinê de ye. girtiyên ku nexweşiyên wan yên kronîk hene kontrolên wan nayên kirin û bi taybet divê girtiyên nexweş û yên bi zarok demildest bên berdan.

Zozan weha domand:

Girtiyên bi zarok hene. 2 dayik û 2 zarok. Girtiyên temen mezin yên nexweşî bi wan re ne hene.
Divê ev mirov, li ber çavan bên girtin.

Ji bo kesên ji derve tên, koguşek vala kirine û li wir digirin karantînayê. Koguşên din jî hejmara wan derketiye 45’an. Divê koguş bên dermankirin.

Yên çûn hevdîtinê, lepik û mask nadên. Divê ji bo wan bê dayîn.

Zozan diyar kir ku li gorî agahiyan, di pêvajoya mayîna li malê de xwarin gelek xerab bûne û got:

Ji ber vîrusê ji koguşê tenê 4 kes derketine hevdîtinê û ji kesên çûne hevdîtinê jî tenê yek hatiye qebûlkirin. Ew li hundir in lê ji bo me bi fikar in.

Em dibêjin ku bila ev demildest bi dawî be û malbat dîsa zarokên xwe bibînin.

Em nizanin ku pêvajo wê çawa be. hinek zû hevdîtinên vekirî pêk bên wê baş be.

Mafê hevdîtina telefonê ya hefteyê 2 caran didome. Hevdîtina girtî, jî ji 45 deqeyan derket saetekê.

Back to top button