”Li Efrînê mafê zarokan tê binpêkirin”

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî bal kişand ser leşkerkirina zarokên temenbiçûk û dibêje: “Zarok ronahiya siberojê ne, lê dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê zarokan qetil dikin, mafên wan binpê dikin û di temenekî biçûk de çek dide destên wan.”

Piştî 18’ê Adara 2018’an dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn dagirkirin, binpêkirina mafan her roj bû mijara rojevê.

Li gorî çavdêriya Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê, nêzî 50 zarokî hin ji wan hatin kuştin û revandin û hin jî bi tundiyê re rû bi rû hatin hiştin.

Têkildarî mijarê Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê Heyhan Elî axivî û got:

Tevahî kiryarên dewleta tirk ên derheqê gel û zarokên Efrînê de tên belgekirin.

Ji ber van kirinên li dijî zarokên Efrînê de tên kirin, divê dewleta tirk a dagirker bê cezakirin û hesab jê were pirsîn.

Heyhan anî ziman ku zarokên Efrîn yên li Efrînê dimînin bi darê zorê tên çekdarkirin û dibêje:

Dewleta tirk a dagirker bi armanca pêkanîna armancên xwe yên qirêj û çewisandina jiyana zarokan, bi riyên komên çete yên cuda, zarokên di temenê biçûk de li Efrînê tên çek-darkirin û ji şerê Lîbiyayê re tên şandin.

Piştî dagirkirina herêma Efrînê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê belge kir ku li gel çekdarkirina zarokan, qetilkirin, revandin didomin. Her wiha zewaca di temenê biçûk de jî tê ferzkirin.

Heyhan Elî diyar kir ku hemû dewlet li dijî van kirinan bêdeng in û got:

Tevî belgekirina tevahî kirinên dewleta tirk û çeteyên wê, lê dewletên yekbûyî tu helwestên tund li beramberî van kiryaran nîşan nedan. Bêdengiya Rêxistinên Mafê Mirovan erêkirina binpêkirina mafan e.

Back to top button