Ji ber tundiya li dijî xwepêşandêran Amarîka hatiye rêya cudabûnê

Amarîka di nava 50 salên dawiyê de careke din bûye navenda xwepêşandanan.

Lê xwepêşandanên vê carê, rewşa li welat pir bi zehmet kiriye.

Heta giha asta gelo ev dawiya Amarîka ye? An jî Amarîka wê parçe bibe yan na?

Di roja 9 a xwepêşandanên ji ber kuştina Kesê Afro Amarîkî George Floyd bi milyonan kes li qadan bûn.

Wezîrê Parastinê yê Amarîka yê berê James Mattis jî rêveberiya Turmp bi cudakariyê tewanbar kir.

 

Bi milyonan kesên li kolanan hêrsa li dijî nijadperestî û newekheviyê tînin ziman û daxwaza edaletê dikin.

Her der bi gotina welatiyê Afro-Amerîkî George Floyd ê digot ‘Ez nikarim nefes bistînim’ dirûşmeya ‘Ger edalet tinebe, ewlehî jî nîne’ dinale.

Desthilatên sîstema ku sedema vê yekê ye, li şuna ku guh bidin qêrîna bi milyonan kesî, bi gotina ‘dema talan destpê kir, gulereşandin destpê dike’ bersiv didin.

 

Li bajarê Vallejo yê eyaleta Californiayê, polîsan gule berda çalakgerek ku çong danîbû û destê xwe danibû ser serê xwe û ew kuştin.

Li ser kuştina çalakger, li bajêr û bajarên derdorê çalakî zêdetir bûn.

Li New Yorkê tevî ku çalakgeran tenê dirûşme berz kirin, 90 çalakger hatin binçavkirin.

Li New Orleanse, polîsan bi bombeyên gazê êriş birin ser girseya çalakgeran ku hewl didan di ser pira mezin a bajêr re derbas bibin.

Li bajarê Los Angeles jî çalakî û binçavkirina çalakgeran şêva borî jî dewam kir.

Di nav hefteyekê de 3 hezar çalakger hatine binçavkirin.

Li eyaleta Virginia ku çalakî li 6 bajaran belav bûne, peykerê fermandarê artêşa konfederasyonê Robert E. Lee ku ji dema şerê navxweyî ye di hedefa çalakgiran de ye.

Li paytext Washingtonê çalakiya li nêzî Qesra Spî didome.

Çalakiyên 9 rojan encamê xwe yê yekemîn jî nişan da.

Dozgeriya Minnesotayê derbarê kujerê George Floyd, polîsê bi navê Derek Chauvîn de, asta tawambariyê bilind kir.

Polîsê kujer wê ne di pîleya sêyemin ku hatibû ragihandin, wê di pîleya duyemin a ji kuştinê berpirsyar bê darizandin.

Disa derheqê 3 polîsên din ku li cihê buyerê bûn de jî doz hat vekirin û her sê polîs hatin binçavkirin.

Çalakgiran derheqê vê pêşketine de keyfxweşiya xwe anîn ziman, lê gotin ku ew ne tenê cezakirina polîsên kujer dixwazin, daxwaza guhartina sîstemê dikin.

 

Li Atlantayê, derheqê 6 polîsên ku êrişê 2 çalakgirên xwendevan di wesayîtê de kiribûn, doza bikaranîna şîddeta zêde hate vekirin.

Mattis: Trump li cihê yekbûnê parçe dike

Li dijî Serokê dewletên yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump ku got ew ê ji bo dawî li xwepêşandanan bine artêşê têxe tevgerê bertek derketin.

Piştî wezîrê parastinê Mark Esper, Wezirê parastinê yê berê James Mattis jî, trump bi tundî rexne kir û got,

Trump li şuna ku welatiyên Amerîkî bike yek, wan parçe dike.

Back to top button