Şaredariya Gel a Qamişlo plansaziya xwe ya nîvê salê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.
Civîna çapemeniyê li avahiya şaredariyê hat lidarxistin.
Hevserokên Şaredariyê ragihand ku ew ê kolana Mesrafê, Xelîc û kolanên serekê yên zêde zirar dîtine, zift bikin.
Hevserokan da zanîn ku ew ê bi hevkariya Şîrketa Zagros bi miqdarê 2 hezar metrekabik kolanan sererast bikin.
Her wiha kanalîzasyonên gelek taxan jî wê bi dirêjahiya 2 hezar û 807 metre sererast bikin.
Tê payîn ku şaredarî hefteya bê dest bi piratîka projên xwe ya salê bike.