ji ber şêniyên navçeya şêrewa bi zimanê kurdî diaxivin alîkarî nagirin

Li Efrîna dagirkirî, ji ber şêniyên navçeya Şêrewa bi Kurdî diaxvin alîkariyê ji her tiştî bêpar dikin. Dewleta Tirk ziyereta Nabî Horî weke nîşaneyek Osmanî dide xuyakirin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku qaşo rêxistinên alîkariyê yên dewleta tirk ji ber şêniyên gund Basûtê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê bi kurdî di axivin ti alîkarî nadin wan.

Bi vî awayî dewleta tirk a dagirker li herêmên Efrînê ku dagir kiriye, zimanê tirkî li kiriye yek ji zimanê sereke li herêmê û bi taybet li dibistanan zimanê kurdî qedexe kiriye.

Her weha nîşaneyên riyan bi ziman Tirkî datîne.

Dagirkeriya Tirk hewl dide ziyareta Nebî Horî weke nîşaneyek osmanî xuya bide

Piştî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şûnwarên ziyareta Nebî Horî talan û wêran kirin, niha ziyerat restora dikin.

Malpara Efrînpost ragihand ku dagirkerî hewl dide bi restorekirinê, zeyarat weke nîşaneyek Osmanî bide xuyakirin.

Back to top button