Li Xaneqînê ya Iraqê çeteyan bav û 3 kurên wî kuştin

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê her ku diçe zêde dibe. Çeteyan li herêmên Xaneqînê êrîşî malbatekê kirin û bav û 3 kurên wî, kuştin.

Komeke çeteyên DAIŞ’ê îro li gundê Îslah ê bajaroka Gulale ya Xaneqînê êrîşî cotyarekî kir û birîndar kir.

Piştre kurên wî bi hewara bavê xwe ve çûn.

Koma çete hersê bira gulebaran kirin û hersiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji Nexweşxaneya Giştî ya Bajaroka Gulele hatine wergirtin di êrişê de, bav jî bi giranî birîndar bibû.

Dema ku rakirin nexweşxaneyê, li wir jiyana xwe ji dest da.

Gundê Îslah dikeva başûrê bajaroka Gulale û li ber rûbarê Sîrwane û her dem li wir êrişên komên çete pêk tên.

Bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, êrşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Iraqê, zêde bûne.

Back to top button