Şaxa Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, ji bo cenazeyên ku bêyî malbatên wan ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jêrînê yê Bedlîsê hatibûn derxistin û li Goristana Kîlyosê li peyarêyê hatibûn veşartin, gilî kir.
Ji bo gilîkirinê endamên komeleyê çûnn Edliyeya Çaglayanê û daxwaznameya ji bo giliyê amade kiribûn, radestî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê kirin.
Komelayê di daxwaznameya xwe de bi awayekî hurgîlî cih da xerakirina Goristana Xerzanê û derxistina cenazeyan a jê û ev agahî dan:
“Piştî hewldanên hiqûqî Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ji me re ragihand ku cenaze ji bo testa DNA’yê şandine Stenbolê û li gorî mewzûatê li wir hatine veşartin.
Lê piştre derket holê ku cenaze li gorî mewzûatê li Goristana Kîlyosê nehatine veşartin û li peyarêya goristanê hatine veşartin.”