Ji Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser biryarên nû

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, sûcên ku çeteyên dewleta Tirk li dijî jinên Efrînê pêk tînin, şermezar kirin.

Koordînasyonê di civîna xweya mehane de, xebatên ku di dema qedexeya derketina derve di aliyên tenduristî, xizmetguzarî û ewlehî de, hatin nîqaşkirin.

Her wiha zehmetî û astengiyên ku rastî jinan tên, hatin giftugokririn.

Gelek pêşniyar ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hatin kirin û zagonên girêdayî jin hatin nîqaşkirin.

Di civînê de bal kişandin ser diyardeya xwekuştinê li herêmên Rêveberiya Xweser û ji bo pêşîgirtina li vê diyardeya dê pêngavên zanistî werin zêdekirin.

Jinan gelek pêşniyar ji bo avakirina navendên parastina jinan kirin.

Di dawî de koordînasyonê bûyera revandina jinên Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kir.

Ji bo vê yekê jî koordînasyonê biryar da ku dest bi pêngavên şermezarkirinê bikin.

Back to top button