Lîbya..Herdu aliyan domandina hevkariyê teqez kir

Serokê Hikûmeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn ya Lîbî, Fayîz El-Serac bi serokkomarê Tirkiye Erdogan re civiya. Herdu aliyan domandina hevkariya navbera wan de teqez kirin.

Li aliyekî din jî nêzîkatiyeke navbera Hikûmeta Wîfaqê û Rûsyayê de derdikeve pêş. Hikûmeta Wîfaqê dibêje ku ji bo aştiya li Lîbyayê, Rûsaya aliyeke sereke ye.

Îro Serokê Hikûmeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn ya Lîbî, Fayîz El-Serac, li Enqerayê bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re civiya.

Piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Erdogan piştgirya xwe ji bo hikûmeta Wîfaqê careke din teqez kir.

El-Serac: Me bi temamî Terablus kontrol kiriye

Fayîz El-Serac jî spasiya Erdogan kir ji bo piştgiriya welatê wî di şerên Lîbyayê de kir û got;

Wê şerên xwe dijî hêzên Xelîfe Hefter li welêt dewam bikin.

El-Serac her wiha rizgarkirina bi temamî ya Terablusa paytext ragihand.

Hikûmeta Wîfaqê: Ji bo aştiya li Lîbyayê, Rûsya aliyek girîng e

Duh jî şandeyek hikûmeta Wîfaqê bi wezîrê derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov û rayedarên Rûsî re li Moskoyê civiya.

Îro jî cîgirê Serokê Hikûmeta Wîfaqê, Ehmed Miêtîq, ragihand ku wê di rojên pêş de derbarê çarenûsa welatiyên Rûs yên girtî li Lîbyayê daxuyaniyekê bide.

Ehmed Miêtîq anî ziman ku ji bo aştiye li Lîbyayê jî, Rûsya aliyeke girîng e.

Ev helwest jî nêzîkatiyeke navbera aliyê Rûsî û hikûmeta Wîfqê ya Lîbî nîşan dide.

Rûsya û Misir banga rawestandina şer kir

Duh bi şev jî, Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Misirî Samih Şikirî têkildarî rewşa Lîbyayê bi riya telîfonê axivîn.

Herdu aliyan banga rawestindina şer kirin daku dest bi danûstandinên navbera aliyan were kirin.

Fransa: Navbera me û Îtalyayê nêzîkatiyeke mezin heye

Li aliyeke din, Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, di rûniştineke çapemeniyê de diyar kir ku derbarê Lîbyayê de,

Le Drian got:

“Divê destwerdanên derve di Lîbyayê û şandina çekan hêdî bidawî bibe û divê pêşeroja Lîbyayê, Lîbî bixwe diyar bikin.”

Back to top button