Li Îranê zêdeyî 3 hezar kes bi vîrûsa Coronayê ketin û bi dehan kes jî mirin.
Her ku diçe vîrûs li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetir belav dibe.
Li Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê ji ber bilindbûna rêjeya pêketiyan, mizgeftên dê heta 16 rojên din girtî bin.
Li gorî daneyên herî dawî li Îranê di nava 24 saetan de, 3 hezar û 574 kes bi vîrûsa coronayê ketine û 59 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hate niha li Îranê 164 hezar û 270 kes bi vîrûsê ketine û 8 hezar û 71 kes jî mirine.