SENATOR THOMAS GARRETT: ERDOGAN, XWEDIYÊ PROJEYA FAŞÎZMA OSMANÎ JI BER BIRYARA TRUMP KÊFXWEŞ E

Encama destûrdayîna êrişa dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî wê rê li ber rewşeke kambax veke..

Yên herî zêde vê yek baş dizanin jî, siyasetmevan û bîrokratên Emerîkî yên beriya niha hatina serdana herêmê kirne..

Endamê Kongresa Emerîkayê Thomas Garrett vê yekê weke Kabûsê binav dike û dibêje yekane aliyên ji ber biryara Trump kêfxweş in, Pûtîn, Esed û Erdogan ê xwediyê faşîzma Osmanî ne.

Endamê Kongresa Emerîkayê Thomas Garrett di rûniştina 19’ê Kanûnê de li ser biryara Donald Trump a vekişandina hêzên xwe ji herêmên Bakurê Sûrî axivî.

Garrett di axaftina xwe de rewş û encamên ji ber destûrdayîna êrişa dewleta Tirk wiha got;

Rîca dikim, min ji hişyar bikin, ez kabûsekê dibînin..

Li Rojhilata Navîn devereke heye û li wir Xiristiyan, Musliman, Ereb, Kurd, Asur û Êzdî,

Jin û zilman bi hev re di çarçoveya xeteke demokratîk, pirreng û parastina nirxên mirovan de dixebitin.

Li deverekê ku şerê serdemê yê herî hov lê rû dide, me aramî, ewlehî û pêşketin dît.

Li hemberî vê, dewletên herêmî 10 milyon dolar ji belavkirina îdiayên derew li ser vê projeya demokratîk xerc dikin.

Ji ber biryarê, Putin, Esed û Erdoganê xwedî projeya faşîmza Osmaniya nû kêfxweş dibin.

Demên dawî ez çûm serdana Bakurê Sûrî.

Min li gel wan kesên ku zarokên wan bi lehengî canê xwe feda kirine hevdîtin pêk anî.

Mixabin piraniyan Emerîkiyan vê yekê nizanin.

Li Hecîn, Dêrazorê, Minbic û Cerablusê xelkê jiyana xwe ji bo parastina gundên çemê Xabûr û herêma Cizîrê feda kirin û destek dane serok Trump ji bo dawî li terora DAIŞ’ê were anîn.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk ne Kurdî ye, belê dibe ku Kurdan ji bo avakirina wê alîkarî dabin.

Ev meclis ji jin, zilam, komên baweriyê û hemû netewên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tê.

Ragihandina Tirkan ya dijberiya azadiyê dike dibêje,

PKK’ê û hemû aliyên girêdayî wê terorîst in.

Ev îdîayên wan ne rast in.

Heger hûn biçin herêmê hunê bibînin bê çawa Ereb, Kurd û Xirstiyan bi hev re dixebitin.

DAIŞ hîna bi dawî nebûye.

Eger Rûsya, Tirkiye û Îranê bi biryara vekişandinê kêfxweş in, wê demê ev biryar xirab e.

Me tiştên Tirkiyê li Efrîn û Babê kir dît.

Ala Tirk li ser avahiyên fermî bicih kirin.

Navên kolanan guhertin da ku serdema sultanên Osmanî vegerîne.

Zimanê Tirkî li ser zarokan ferz dikin.

Ez pêşniyar nakim ku em êrîşî kesekî bikin, lê divê wan kesên bi kuştinê re rû bi rû ne biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button