Corona..Li Iraqê di 24 saetan de 672 rewşên nû hatin tomarkirin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 672 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 15 kes jî mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarî daneyên 24 saetên dawî yên vîrûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 672 kes bi vîrûsê ketine.

Her wiha hat gotin ku 243 nexweşên virûsê bi temamî baş bûne û 15 kesan jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên dawî hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişt 8 hezar û 840, ji wan 4 hezar û 338 kes baş bûne û 271 kes jî mirine.

Back to top button