Misir: Divê koalisyon bidawîbûna binpêkirinên Tirkiyê li Lîbyayê misoger bike

Weîzrê Derve yê Misirê Samih Şikrî, got ku divê koalisyona Navdewltî ya li dijî DAIŞ’ê bidawîbûna binpêkirinên dewleta Tirk ser Lîbyayê misoger bike.

Civînek bi riya enternêtê ya Itîlafa Navdewltî ya li dijî DAIŞ’ê ku Amerîka û Îtlayayê bangê lidarxistina wê kiribû, pêk hat.

Di civînê de, Weîzrê Derve yê Misirê, Samih Şikrî, derbarê dosya çeteyên biyanî li Sûriye û Iraqê got:

Tişta Koalisyona Navdewtetî ya li dijî DAIŞ’ê ku vê derbarê de kiriye di gefê de ye, ji ber ku hê jî dewleta Tirk bi hezaran çeteyên biyanî ji Sûriyê dişîne Lîbyayê.

Samih Şikrî destnîşan kir ku Tirkiyê qanûnên navdewletî binpê dike û daxwaz ji koalisyona Navdewletî kir ku bidawîbûna binpêkirinên dewleta Tirk ser Lîbyayê misoger bike.

Weîzrê Derve yê Misirê Samih Şikrî, di dawiya gotina xwe de got:

Mirisr wê ne tenê li dijî DAIŞ’ê, lê wê dijî hemû rêxistinên ku ewlehiya herêmê xira dikin di nav de tevgera Ixwanî, wê di tevgerê de be.

Back to top button