Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Başûrê Kurdistanê, li parêzgeha Dihokê û herêma Germiyanê 13 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Wezareta Tendirustiyê ya Başûrê Kurdistanê derbarê daneyên girêdayî vîrûsa Coronayê de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li parêzgeha Dihokê 6 kesên din ku bi virûsê ketine hatin Tomarkirin.
Her wiha da gotin ku li herêma Germiyanê jî 7 kes bi virûsê ketine ku hemû jî nexweşên ji beriya niha vegirtine.
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tendirustî, Li Başûrê Kurdistanê 930 kes bi virûsê ketine, 16 kes mirine, 441 kes baş bûne.