Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê jî ragihand ku ew ê hêzên xwe ji derveyê Terablusa paytext vekişîne û got “Hê şer bi dawî nebûye”.
Berdevkê Artêşa Niştimanî, Ehmed El-Mismarî, ragihand ku wê Artêşa Niştimanî hêzên xwe ji derveyî Terablusê vekişîne, ev jî ger hikûmeta Wîfaqê li gorî agirbesta heyî tevbigere.
Ehmed El-Mismarî got:
“Ger hikûmeta Wîfaqê agirbestê binpê bike, wê Artêşa Niştimanî ji komîteya hevbeş a agirbestê vekişe û dest bi operasyonên xwe bike.”
El-Mismarî destnîşan kir ku ew tevlî danûstandina dibin ji ber şerê li welêt raweste û êrîşên bêserûber ên hikûmeta Wîfaqê li Terablusê bi dawî bibin.