KURDISTANÎ Û DOSTÊN WAN LI EWROPAYÊ DAKETIN QADAN

Li Ewropa ji bo şermezarkirina dagirkeriya deweta tirk li ser Rojava-Bakurê Sûrî çalakî didomon.

Vê carê jî çalakî li bajarê Basel ya Swîsreyê û Kanadayê hatin lidarxistin.

Li Kurdistan û derveyî welat ji bo şermezar kirina dagirkeriya dewleta tirk çalakî tên lidarxistin.

Li bajarê Swîsre Baselê kurdistaniyan bi meşekê dagirkeriya dewleta tirk şermezar kirin.

Çepgirên Swîsreyê jî tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku Kesên komkujiyên Mereş û Roboskî pêk anîn niha li pey komkujiyên nû ne.

Armanca wan qirkirina gelê kurd e.

Lê gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe tê naskirin wê van armancan pûç bike.

Çalakî bi siloganên ji Ocalan re azadî, bimire dagirkerî bi dawî bû.

Li aliyekî din jî gefên dewleta Tirk û biryara Trump a vekişîna ji sûriyê li bajarê Toronto yê Kanadayê bi meşekê hat şermezarkirin.

Bi sedan kes ber bi seferatxaneya Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYE)’yê ve meşiyan.

li pêşiya seferatxaneya daxuyaniyek hate dayîn û wiha hat gotin:

Gefên dewleta Tirk li dijî herêmên bi ewle diyar dike ku dewleta tirk dixwaze çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zindî bike.

Leave a Reply

Back to top button