Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê droneke Tirkî li nêzî Benî Welîd anî xwar

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê pabendiya xwe bi rawestandina şer radighîne û hêzên xwe li derdora Terablusê ji nûve belav dike. Mismarî jî dibêje eger NY daxwaza wan a derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê bi cih neyîne, ew ê şerê li dijî hebûna Tirkiyê berdewam bikin.

Îro sibehê, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, xistina droneke Tirkî li nêzî bajarê Benî Welîd, ragihand.

Serokatiya giştî ya Artêşê jî diyar kir, bi mercê hikumeta Wîfaqê pabendî rawestandina şer bibe, ew yekîneyên xwe ji nûve li derdora Terablusa paytext, belav dikin.

Artêşê her wiha hişyarî da ku eger agirbest were binpêkirin, ew ê operasyonên xwe berdewam bikin û ji komîteya hevbeş a rawestandina şer jî vekişin.

Di heman demê de, Misirê dewleta Tirk bi binpêkirina qanûna navdewletî, ku hîna çeteyan dişîne Lîbyayê, tawanbar kir.

Mismarî: Em ê hêzên xwe ji derveyî Terablusê vekişînin

Duh jî berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî ragihand, ew ê hêzên xwe ji derveyî Terablusa paytext vekişînin û teqez kir ku ew ê pabendî rawestandina şer bibin.

Mismarî destnîşan kir ku di demeke wisa de, serdana Serac bo Enqereyê, ti geşbîniyê bi çareseriyeke siyasî nake.

Eger dewleta Tirk û çeteyên xwe ji Lîbyayê dernekevin, em ê şer dewam bikin

Ehmed Mismarî got:

Eger NY daxwaza serokatiya giştî ya Artêşê ya derxistina hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê paşguh bike, em ê şerê li dijî hebûna Tirkî li ser xaka Lîbyayê berdewam bikin.

Girêdayî mijarê, duh wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Mîrê Ebû Zebî Mihemed bin Zayid Al Niheyan, bi bi rêya telefonê, rewşa dawî ya li Lîbyayê nîqaş kir.

Wezareta derve ya Amerîkî, diyar kir ku herdu aliyan teqezî li ser rawestandina şer û berdewamkirina diyaloga siyasî, di bin sîwana NY de kir.

Duh jî balyozê Amerîka li Lîbyayê gotibû ku dibê hemû çete ji Lîbyayê derkevin û banga danûstandinan li aliyên Lîbî kiribû.

Tevî hemû hewldanên navdewletî ji bo çareserkirina aloziyê jî, desteka dewleta Tirk a çek, çete û dronan, bo hêzên Wîfaqê berdewam e.

Back to top button