Leyla Guven û Farisogûllari hatin girtin

Ji ber AKP’ê êdî di her alî de têk diçe û hilweşandina xwe li ber çavê xwe dibîne, berê xwe daye HDP’ê û duh bi biryareke faşîst, parlamentiya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari betal kir û paşê jî bi êrîşekê ew girtin.

Li dijî vê êrîşê, HDP’ê, KCD Û DBP bertek û nerazîbûn nîşan dan û gotin:” Em ê tu carî vê darbeya faşîst û bêexlaq qebûl nekin.

Roj bêyî binpêkirinên AKP/MHP’ê naçin serî..

Hikumeta faşîst AKP/MHP’ê her roj û bi êrîş û darbeyên cuda vîna gel binpê dike û li dijî HDP’ê operasyonan pêk tîne.

Duh Desteya Giştî ya Meclisa Tirkiyê parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farîsoûllari ên HDP’î û Enîs Berberoglû yê CHP’î betal kir.

HDP, KCD Û DBP nerazîbûn nîşan da

Li dijî vê biryarê, bertek û nerazîbûn derketin.

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyekê ev biryar şermezar kir û got

“Wê darbekar biçin. Em ê bimînin! Em ê ti carî vê darbekariya faşîst û bêexlaq qebûl nekin.”

KCD û DBP’ê jî nerazîbûn nîşanî betalkirina 2 wekîlên HDP’î û 1 CHP’î da got:

“AKP a hemû rêgezê û pîvanên demokratîk ji holê rakiriye, li gel dijminahiya Kurdan, carekî din jî da nîşandan ku dijminê demokrasî û hiqûqê ye jî.”

Tevî biryara betalkirina parlamenteriya wan û tevî van nerazîbûnan jî, Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari hatin girtin.

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven li mala xwe ya Amedê û parlementer Farisogûllari jî li Qereqola Pîrînçlîkê ya li ser rêya Amed-Rihayê ku ber bi Enqereyê ve diçû hate girtin.

Li Colemêrgê piştî girtina parlamenteran çalakî hatin qedexekirin

Walîtiya Colemêrgê ji bo pêşî li nerazîbûna gel a li vê êrîşa rejîmê bigire, ji 5’ê Hezîranê û pê ve ji bo 15 rojan lidarxistina çalakiyan li bajêr qedexe kir.

Back to top button