Li Başûrê Kurdistan ji ber bombebarana artêşa Tirk, şewat derket

Duh bi şev helîkopterên dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê jî agir girte rez û baxçeyên şêniyên gundên herêmê. Sazî û rêxistinên heremê jî li hember van êrîşan bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê rexne kir û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Dewleta Tirk a dagirker, duh bi şev dîsa hêrêma Biradostê bombebaran kir û di encamê de rez û baxçeyên şêniyên heremê şewitîn.

Sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Başûr, banga serhildanê kir

Sazî û rêxistinên civaka sivîl jî li dijî van êrîşan bertek û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Endama Komîteya şehîdan a PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, Beyan Ferec bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ew bi “nokeriya” PDK’ê tên kirin û got:

“Bi van êrîşan, dewleta Tirk li hemberî gelê me komkujiyan dike.

Carekê li Sefrê, careke din li Behdînan, Silêmanî û Qendîlê şênî û şoreşgeran şehîd dikin.”

Beyan Ferec daxwaz ji gel kir li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk rabin ser pêyan û xwedî helwest bin.

Endamê Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Qane Xelîl jî bertek li dijî bêdengiya hikûmeta Başûr nîşan da û diyar kir ku bêdengiya desthiladariyê, ji hevakriya wan tê.

Xelîl bang li ciwanan jî kir ku li dijî dagirkeran têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Endama Rêxistina Niwêger a Girîngîdana Hunerê Şinyar Necîb jî destnîşan kir ku divê gel li dijî êrîşên dewleta Tirk rabin û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî rê nede dagirkeriyê.

Back to top button