Guven: Ji bilî berxwedana li dijî faşîzmê, şensekî din tune

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, beriya were girtin anî ziman ku “ji bilî têkoşîna li dijî faşîzmê, şensekî din tune ye. Çareserî bi danûstandinên bi Birêz Ocalan re pêkan e.

Guven, destnîşan kir ku ji dîrokê heta îro AKP-MHP mafê axaftin û siyasetê nade gelê Kurd û got:

“Yên eslê xwe ne Tirk in jî, heqekî wan li vî welatî heye. Mafê axaftin û vînê nade Kurdan. Ev hişmendiya hiqûqa mêtîngerî û dagirkeriyê ye.”

Guven diyar kir ku vîna gel binpê dikin û ji bilî berxwedana li dijî faşîzmê, rêyeke din a çareseriyê li pêşiya wan tune ye.

Guven: Tenê çareserî azadiya Ocalan e

Leyla Guven, anî ziman ku ji bo demokrasî li Tirkiyê pêş bikeve, ew têdikoşin û bi van gotinan bi dawî kir:

“Em dest ji meclisê bernadin. Em ê li hemû qadên jiyanê têkoşînê bikin. Tenê rêyek çareseriyê heye. Divê deriyê Îmraliyê vebe”.

Back to top button