TJK-E Li dijî darbeyê banga çalakiyan kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî darbeya li Meclisa Tirkiyê daxuyaniyeke niviskî da û ev yek şermezar kir.

TJK-E got:

Dewleta Tirk a dagirker her dem êrîşî Kurdên ku bi dirûşmeya, ‘Berxwedan Jiyan e” li ber xwe dane, dike.

Îro di şexsê Leyla Guven de, jinên Kurd ên bi her şertî têkoşîna xwe didomînin, tol tê hildan.

TJK-E bang li gelê Kurd, jinên Kurd, feminîst û demokratan kir ku li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û tevlî çalakiyên 6’ê Hezîranê bibin.

Meclisa Îştar, betalkirina parlamenterên Kurd şermezar kir

Meclisa Îştar a li Wargeha Mexmûrê jî girtina parlamenterên Kurd şermezar kir û diyar kir ku “rêjîma faşîzane ya Tirk ji bo gelê Kurd bê vîn bimîne, hemû qanûnên navnetewî bin pê dike”.

Meclisê got:

Betalkirina parlamenteriya nunerên Kurd, binpêkirina hiqûqa navnetewî ye..

Çawa Leyla Guven bi têkoşîna xwe, zincîra tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şikand, em ê jî bi têkoşîna xwe zincîra koletiyê bişkînin.

Back to top button