LI GUNDEWARÊN HEMA Û IDLIBÊ ŞER Û TOPBARAN DIDOME

Navbera hêzên rejîmê û komên çete li herêmên gundewarê Idlib, Hema û Laziqiyê şer dijwar b.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihan ku navbera hêzên rejîmê û komên çete li dewrûbera herêmên Xiwên, Zerzor û Şem hewa yên gundewarê başûr-rojhilatê Idlibê şer derket.

Hemwextî wê hêzên rejîmê herêmên Litamine, Morik, Me’rebka, Ebû reîda, Sexir, Zekat û dewrûbera wê topbaran kir.

Li gorî çavedêriyê ji ber topbaran herdu aliyan heta niha 152 sivîlan jiyana xwe ji dest daye..

Ji hêzên rejîmê 67 û 50 çete hatine kuştin.

LAVROV: HEBÛNA TIRKIYÊ LI IDLIBÊ BI ERÊKIRINA ŞAMÊ YE

Li aliyekî din jî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku hebûna Tirkiyê li Idlibê bi erêkirina Şamê ye..

Ajansa Sputnîkê ya Rûsyayê li ser navê Lavrov nûçeyek belav kir ku têde Lavrov dibêje:

“Hebûna Tirkiyê li Idlibê bi erêkirina Şamê û garantorê din Îranê pêk hatiye.”

17’ê Îlonê serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Erdogan li Soçiyê li ser çêkirina herêmeke bêçek lihev kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button